HDP: Îşkenceya li endamê partiya me tê kirin bi lez bi dawî bikin 2019-11-11 16:49:56   ENQERE - Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran, têkildarî binçavkirina 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê daxuyanî da û xwest bi lez  îşkenceya ku li ciwanan hatiye kirin bi dawî bikin.    Di çarçoveya lêpirsîna li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat destpêkirin de heta niha 36 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên HDP’î 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya Vatanê di bin çavan de tên girtin. Ciwanên hatin binçavkirin, di bin çavan de li dijî tundiya li ser xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya xwe berdewam dikin. Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran, têkildarî binçavkirina 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê daxuyanî da û xwest bi lez  îşkenceya ku li ciwanan hatiye kirin bi dawî bikin.  Başaran, anî ziman ku daraz riziya ye û wiha got: "Bi taybetî lêpirsîn û binçavkirina li dijî endam û rêveberê me li dijî sinc û hiqûqê rizandina darazê nîşan dide. Li Qeyseriyê 4 endam û rêveberên me hatin girtin. Ji ber xizmên xwe li mala xwe kirin mêvan  wekî alîkarî dane hatin tawanbarkirin. Pêkanînên li dijî HDP’ê polîtîka û hiqûqa dijminantiyê ye. Ji ber ku rêveberên HDP'ê û xizmên xwe li mala xwe kirine mêvan wekî sûc tê dîtin. Em diyar dikin ku xebatên ciwanan terorîze dikin dixwazin ciwanan ji civakê dûr bixin. Em dubare dikin êrîş û tundiya li dijî meclîsa ciwanan dê winda bike. Em dixwazin bi lez ev tundî bi dawî bibe û hevalên me yên ciwan bên berdan."