Xwendekarên ODTU'yê: Em li dijî faşîzm li gel hev in 2019-10-23 15:56:05   ENQERE - Pêkhateyên ODTU'yê ku li dijî meşa ji bo piştgiriya şer ku li ser bertekên zêde hat betalkirin, hatibûn gel, diyar kirin ku dê têkoşîna wan a ji zanîngehek xweser bidome.    Meşa ku ji aliyê Turk Egîtîm Sen'ê ve dihat xwestin li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bê lidarxistin, li bertekên zêde hatibû betalkirin. Nîjadperestan ji bo vê meşê bi gefa "dibe ku qirkirin bê kirin" banga piştgiriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin navê "Tevgera Kaniya Aştiyê" dihat kirin, dikirin. Pêkhateyên ODTU'yê jî li ber Fakûlteya Fizîkê li hev kom bûn û diyar kirin ku heta li ODTU'yê rewşeke wekhev û demokratîk serwer bikin û bikin zanîngeheke xweser têkoşîna xwe bidomînin.    Li ser navê pêkhateyan Resûl Altıok axivî û diyar kir ku careke din li li dijî kevneşopî û azadiya zanîngeha ODTU'yê êrîşê rû bi rû ne û wiha got: "Em ê li dijî kesên ku dixwazin bi hewaya fethê bikevin ODTU'yê li ser piyan e. Hûn ne dikarin di deriyên A1 û A2'yê de bikevin ODTU'yê ne jî hûn dikarin di rihê têkoşînê yêODTU'yîbûnê de neqeb vebikin. Çeteyen faşîst û alîgirên hikûmetê li deverên ku bi hêz in, li dijî her tiştê xweş in. Em ê rê nedin faşîzmê. Em bang li pêkhateyên ODTU'yê dikin ku di asta herî jor de xwedî li têkoşînê derkevin."