Destûr nedan Hevşaredara Pîranê têkeve nava Amedê 2019-10-23 15:51:40   AMED - Polîsan destûr nedan ku Hevşaredara Pîranê Yasemin Uçer û Hevserokê HDP'ê yê Pîranê Mustafa Alinterî ji navçeya Gelê derbas bibe û bên Amedê. Polîsan Hevşaredar ji Gelê paşve vegerand.    Hevşaredara Pîranê Yasemin Uçer û Hevserokê HDP'ê yê Pîranê Mustafa Alinterî ji bo tev li daxuyaniya HDP'ê û rêxistinên din a li dijî qeyûman bibe xwest ji navçeya Pîranê bên Amedê. Lê Polîsan Hevşaredar Uçer û Hevserokê hDP'ê Alinterî li Gelê rawestandin û destûr nedan ku derbasî Amedê bibin. Polîsan piştî demekê Uçer û Alinterî rawestandin, ji Gêlê dîsa paşve vegerandin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiya Amedê heye destûr nedan ku hevserok û hevşaredar derbas bibin û bi şûnde vegerandin.