‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’ 2019-10-23 15:35:17 STENBOL – Odeya Bijîşkan a Stenbolê bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli da û got Mizrakli nûnerê biratiyê ye.  Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî girtina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê di 19’ê Tebaxê de ji wezîfeyê hat dûrxistin daxuyaniyek nivîska da û bertek nîşanî girtinê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hilbijartina 31’ê Adarê de Selçûk Mizrakli bi dengên zêde yên gel hatiye bijartin û wiha hat gotin: “Em wî dizanin û nas dikin. Ew siyasetmedarek 30 sal hekîmiyê kiriye. Ew Hevşaredarê Amedê ye. Mizrakli nûnerê aştî, demokrasî û biratiyê ye.”