Kurdekî Suriyeyê li peş Komseriya Penaberan a Cenevreyê agir bi xwe xist 2019-10-23 15:30:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên serê sibê de Kurdekî 30 salî yê ji Sûriyeyê li pêş Komseriya Bilind a Penaberan a girêdayî NY’ê ya Cenevreyê agir bi bedena xwe xist û bi lezgînî piştî vemirandina agir bi hêlokopterê rakirin nexweşxaneyê.   Saet di 07:40'ê serê sibê de Kurdekî ji Sûriyeyê benzîn li bedena xwe kir û li pêş avahiya Komseriya Bilind a Cenevreyê agir bi bedena xwe xist. Berdevkê polîsan ê Cenevreyê Sylvain Guillume-Gentle diyar kir ku kurdê ku agir bi bedena xwe xistiyê ku Almanyayê bi cih bûye bi hêlokopterê rakir yekîneya şewatan a taybet a li nexweşxaneya Zanîngehê a Lozanê û li wir tedawî dibe. Sylvain Guillume-Gentle wiha domand: "Di wê rewşê de, ne pêkan e pirs der barê wê bûyerê de were kirin. Lê texmîn dikim ku têkildarî rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."   Berdevkê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY’yê Andre Mahic jî got: "Em der barê bûyera ku vê sibehê li pêş navenda Cinêvê pêk hatiye xemgîn û matmayî ne. Andre Mahic da zanîn ku kesê ku agir bi bedena xwe xistiye, hewl da derbasî avahiya Komseriyê bibe, lê serbazên ewlehiyê û xizmetkarên bijîşkiyê bi lezgînî destwerdan kir û agir vemirand. Her wiha lê zêde kir ku bi hêvî ne baş bibe. Şahîdekî bûyerê yê li navenda penaberan diyar kir ew gûman e ku dê rizgar bibe. Dê komserî di demeke pêş a îro de, hûrgiliyên bûyerê ragihîne.