Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin 2019-10-23 15:11:37   HESEKÊ - Meclisa Serêkaniyê, têkildarî "herema ewle" daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma ewle pêwîst dike, divê di milê asmanî û bejahî de, di bin serpereştiya dewletên navdewletî de be. Meclîsê anî ziman ku ew Tirkiyeyê li herêmê qebûl nakin.    Meclisa Serêkaniyê li dibistana Ehmed Xelef a li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê, têkildari êrişên Tirkiyeyê û herema ewle ku bê avakirin daxuyanî da. Hevseroka Navçeya Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm daxuyanî da. Endamên Meclis û koçberên ku ji neçarî ji malên xwe derketine jî tev li daxuyaniye bûn. Hevseroka Melîsê Fadiye Îbrahîm wiha got: "Em wekî gelê herêma Serêkaniyên ên li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên hovane disekinin, her wiha li dijî bikaranîna çekên di nava civaka navdewletî de qedexe ne û artêşa Tirk pêşberî civaka navdewletî bi kar tîne disekinin. Artêşa Tirk mal û gundên me wêran kirin, gelê me koçber kir û bi hemû kiryarên dizî, şewat û talankirinê rabû."    Fadîya Îbrahîm êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha bi dawî kir: Em kiryarên artêşa Tirk ku cudabûnê naxe navbera zarok, jin û mêran de, her wiha sûcên dermirovî pêk anîn, şermezar dikin. Li li vê derê em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û Meclisa Ewlehiya Navdewletî dikin, ku yekser kiryarên dewleta Osmanî ku AKP`ê, Erdogan û çeteyên destekê dide wan nûnertiya wê dikin, rawestînin. Em aşîtîxwaz in, şer naxwazin, em Sûriyeke yekgirtî, xakeke yekgirtî dixwazin, parçekirinê û dagirkirinê red dikin, em jiyaneke aram li welatê xwe dixwazin. Heke çareserî di avakirina herêmê ewle de be, divê ne din çavdêriya Tirkiyê de, lê belê di bin çavdêriya dewletên cîhanî de be, artêşa Tirk xaka welatê me talan dike.”    Daxuyanî bi israra berdewamkirina berxwedana li dijî artêşa Tirk bi dawî bû.