Rûsya: Me bi kurdan re diyalog danî 2019-10-23 14:06:45   MOSKOV - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov diyar kir ku bi kurdan re diyalogê danîne û hevî dike ku garantiya terkkirina herêma sînor bidin.   Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov têkildarî peymana Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku bi kurdan re diyalogê danîne. Bongdanov destnîşan kir ku ew hêvîdarin ku dê YPG garantiya vekişîna ji sînor a bi qasî 30 kîlometreyî bide. Bongdanov têkilarî qadên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bertek nîşanî Amerîkayê da û bi lêv kir ku divê qadên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola Şamê de bin.