Siyasetmedarên kurd li Amedê banga yekîtiyê kirin 2019-10-23 13:50:58 AMED - Piştî HDP'ê biryar da ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin û meclîs boykot kirin bi tevlebûna Hevserokên HDP, KCD, HDK û hemû parlamenteran li Ofîsa Amedê çalakî li dar xistin. Siyasetmedarên kurd di daxuyaniyê de banga yekîtiya neteweyî li gelê kurd kirin. HDP'ê duh li meclîsê biryar girt ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin û 3 rojan meclîsê boykot bikin. Piştî HDP'ê biryar da ku 3 rojan li Amedê çalakiyan li dar bixin, îro bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongdeya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît û hemû parlamenteran li dijî tayînkirina qeyûman li Ofîsa Amedê çalakî li dar xistin.    Di çalakiyê de polîsan hemû rêyên diçûn Plaza  AZC bi TOMA û maşîneyên zirxî girtin. Hevserokên HDP, KDC, HDK saet di 12.00’an li gel parlamenter û rêveberan bi derûşmeyan hatin Kolana Hunerê. Hevserokan diyar kirin ku wê di pêş Plaza AZC'ê daxuyaniyê bidin û xwestin bimeşin pêş Plaza AZC'ê. Lê polîsan rê li pêş komê girt. Piştî hevdîtinan Girse bi dirûşme û çepikan meşiyan pêş Plaza AZC'ê û li vir daxuyanî dan.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li vir bertek nîşanî polîsan da û got: “Em ê di bin van dorpêçan de nejîn. Em dê van dorpêçan bişkînin. Em li vir tevî gelê xwe li kolanan in. Ev bajar bajarê me ye. Ji ber vê yekê em li Amed Wan û Mêrdînê ne. Em dibêjin Amed, Mêrdîn û Wan ya me ye. Me biryar dar ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin. Em îro li Amedê ne. Dema hikûmet qeyûm tayini şaredariyan bike bêdengî û sersariya meclisê nayê qebûlkirin.  Qeyum tundî û zilm e. Pergala faşizmê ye. Em ve yekê qebûl nakin. Em bêdeng namînin. Gelê Kurd li pişt me ye. "    BANGA YEKÎTIYA KURD KIRIN    Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî di çalakiyê de axivî û bal kişand êrişên li ser kurdan û got: "Xilasî di yekîtiya kurdan de ye. Lazim e li dijî êrişan em bibin yek. Dema yekîtiya gelê kurd hatiye."    Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî di çalakiyê de axaftinek kir û bi taybetî balê kişand ser yekîtiya netewî û tifaqa gelê kurd û got: "Ji bilî yekîtiyê tu rêyek me ya din nîne. Em ji ber helwesta Birêz Mesûd Barzanî jî malovaniya wî dikin. Divê em bibin yek. Da ku em êrîşên li dijî kurdan vala derxin. Yekîtî yekîtî û yekîtî."    Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş jî derbarên tayînkirina qeyûm û êrîşên li dijî Rojava axaftinên kurt kirin.