QSD: Li gel agirbestê êrîşên Tirkiyeyê didomin 2019-10-21 16:17:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li gel 'agirbestê' jî êrîşên Tirkiyeyê û hêzên çekdar ên girêdayî wê didomînin.    Navenda Ragihandinê ya QSD'ê encamên êrîşa dagirkeriyê ya roja 12'an eşkere kir ku tevî ragihandina 'agirbestê' jî Tirkiye û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê êrîşên xwe berdewam dikin. QSD'ê daxuyanî wiha parve kir:    SERÊKANIYÊ   "Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên agirbestê domandin. Di dîroka 20'ê Cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir ê li başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encam de şerekî demkurt qewimî. Di şer de 3 çete hatin kuştin û 2 wesayitên zirxî hatin rûxandin. Derb li wesayitekê hate xistin.   HERÊMA FIRATÊ   Komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin li ser gundên bakûrê Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerekî giran qewimî. Di encama bersivdana hevalên me û şer de  hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin. Di şer de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin brîndar kirin û 3 panzer hatin rûxandin. 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 9 hevalên me yê ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelalkirin ku şehîd ketine. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn."