Li Wanê di 9 mehan de hezar û 495 maf hatin binpêkirin 2019-10-21 15:04:29 WAN - ÎHD'ê diyar kir ku li Wanê di 9 mehên salê de hezar û 495 binpêkirina mafan pêk hatine. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet, diyar kir ku welat di nav aloziyê de ye û ji ber vê yekê xesar digihîje demokrasî û mafê mirovan.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, li bînaya xwe civîneke çapameniyê li dar xist û rapora binpêkirina mafan a 9 mehên salê aşkera kir. Di raporê de gelek binpêkirinên cûda yên mîna pêkanînê qedexekirî yên têkildarî hilbijartin û bijartinê, binçavkirin, girtin, tecrîd, tundî, tundiya li jin û zarokan, mirinên bi guman, memeleya xeran û îşkence, binpêkirinên li girtîgehan, çapamenî, azadiya ramanê, aborî û mafên civakî derketin holê.    'ŞER XESARÊ DİDE DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ'   Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet axivî û diyar kir ku welat di nav aloziyê de ye û ji ber vê aloziyê gelek xesar digihîje demokrasî û mafê mirovan û wiha got: "Divê ku desthilat terka zimanê ku bi kar tîne bike. pêvajoya şer û pevçûnê xesareke mezin dide demokrasiya Tirkiyeyê. " Piştî axaftina Melet, Endamê Lîjneya Rêveberiya Navenda ÎHD'ê Kasim Kalkan rapora binpêkirina mafan a 9 mehan aşkera kir.    Kalkan diyar kir ku di 9 mehan de hezar û 495 binpêkirinên mafan tespît kirine û van binpêkirinan wiha rêz kir:   * Penaber û koçberên ku jiyana xwe ji dest dane: 31   * Mirin û birîdariyên ku li ser xeta sînor pêk hatin: 21 mirin û 96 birîndarî   * Jinên ku di nav malbatê de tundî li wan hat kirin: 1    * Zarokên ku di mav malbatê de tundî li wan hat kirin: 1    * Xwekuştinên bi guman ên jinan: 3    * Memeleya xerab û îşkenceya li girtîgehan: 6   * Memeleya xerab û îşkenceya li derveyî cihê binçavkirinê: 1    * Memeleya xerab û îşkenceya di bin çavan de: 15    * Kesên hatin binçavkirin: 396    * Kesên hatine girtin: 65    * Serdegirtinên malan: 282   * Penaber û koçberên ku hatine binçavkirin: 509   * Dozên ku li kesên nêrîna xwe şakera kirine hatine vekirin: 6    * Pêkanînên sewqkirinê yên li girtîgehan: 1     * Binpêkirinên tenduristiyê yên li girtîgehan: 5    * Binpêkirina mafê tenduristiyê: 1    * Astengkirinên hevdîtinên malbatan: 1    * Tecrît û îzolasyon: 4     *Kesên mafê wan agahdariyê hatine astengirin: 1   * Kesên ji kar hatine derxistin: 22 kişi