Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin 2019-10-21 14:13:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku ji bo refîneyên petrolê nekevin destê DAIŞ'ê dibe ku komeke leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin û bi QSD'ê re van deveran biparêzin.    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, di serdana xwe ya Afganistanê de têkildarî geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku leşkerên Amerîkayê dest bi vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine; lê hin leşkerên wan bi mutafîkên wan ên li herêmê re li nêzî refîneyên petrolê mane. Esper di berdewamê de destnîşan kir ku ji bo refîneyên petrolê yên li herêmê nekevin destê DAIŞ'ê dibe ku komeke leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re van deveran biparêzin. Esper destnîşan kir ku hêjî vê bijarteyê pêşkêş nekirine û Pentagon li ser bijarteyên cûda dixebite.    Rojnameya New York Timesê jî duh di nûçeyeke xwe de ku spartibû rayedarekî bilind ragihandibû kû Pentagon bi awayekî erênî nêzî komeke leşkerên Amerîkayê ku li Sûriyeyê bimînin dibe.