Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir 2019-10-21 13:43:37 AMED – Rêxistina HDP’ê, bi tevlêbûna parlamenter û rêveberên HDP'ê bi armanca binçavkirina hevşaredaran şermezar bike xwest li pêş Şaredariya Peyasê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya girse daxuyaniyê bide, polisan bi mertalan êrîşî girseyê kir û girse dorpêç kir.  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara  Karazê Rojda Nazlier îro serê sibê hatin binçavkirin. Piştî hevşaredar hatin binçavkirin polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girt û lêgerin kirin. Polîsan destûr nedan ku kes têkeve şaredariyê. Piştî binçavkirinê  Rêxistina HDP’ê, bi tevlêbûna parlamenter û rêveberên HDP'ê bi armanca binçavkirina hevşaredaran şermezar bike xwest li pêş Şaredariya Peyasê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya girse daxuyaniyê bide, polisan bi mertalan êrîşî girseyê kir û girse dorpêç kir.    Dorpêça polîsan a li ser Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz û Dersîm Dag, Hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan ên herêmê û welatiyan didome. Polîsan biryara walîtiyê hincet nîşan da û diyar kir ku dê destûr nedin daxuyaniyê. Girseya ku polîsan ew dorpêç kirine bi tilîlî û diruşmeyan dorpêça polîsan şermezar kirin.      DESTÛR NADIN ROJNAMEGERAN    Polîs destûr nadin ku rojnameger nêzî cihê çalakiyê bibin û rageşiya di navbera polîsan û girsê de didome.