Ji TJA'yê banga yekitiya neteweyî 2019-10-21 13:42:23   AMED - TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da û li dijî êrîşan banga yekitiya neteweyî li kurdan kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî binçavkirina hevşaredaran daxuniyeke nivîskî weşand. TJA'yê diyar kir ku desthilata AKP'ê li dijî kurdan û jinan her cûre tûndî pêk aniye û wiha got: "Polîtîkayên qirkirinê meşandiye û nîjadperestî û dijminahiya jinê kûr kiriye. Em biryarên tifaqa AKP-MHP'ê yên nehiqûqî yên ji bo berdewama hebûna xwe nas nakin. Em ê li dijî hedefgirtina hevserokatiyê ku me bi bedelên mezin bi dest xistiye teslîm nebin û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê derkevin û berxwedanê mezin bikin. Em vê weke berdewamên Gulnaz Xanim, Leyla Qasim û Mîna Qazî heta ku jiyana demokratîk ava bikin dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li hemberî vê kûrbûna neyartiya li dijî kurdan, girîngiya yekitiya neteweyî diyar dikin û em bang li hemû kurdistaniyan dikin ku hêz bidin têkoşîna hevpar û yekitiya neteweyî."