Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, kantînê boykot dikin 2019-10-21 12:24:24   ESKÎŞEHÎR - Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskişehirê bi sedema Kantîn şevê din saet di 17.00'an de li xwendekaran hat girtin û saet di 19.00'an de Ciwanên AKP'ê li kantînê cîvîn li dar xistine, kantîn boykot kirin û çalakî li dar xistin. Xwendektaran broşurên "Kantîn ya me ye" li deriyê kantînê xistin.    Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskişehirê bi sedema Kantîn şevê din saet di 17.00'an de li xwendekaran hat girtin û saet di 19.00'an de Ciwanên AKP'ê li kantînê cîvîn li dar xistine, kantîn boykot kirin û çalakî li dar xistin. Xwendektaran broşurên "Kantîn ya me ye" li deriyê kantînê xistin. Xwendekaran diyar kirin ku ji ber kantîn wekî meskenê civînê dane ciwanên AKP'ê kantînê boykot dikin û bang li Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê kirin ku tev li çalakiyê bibin. Piştî xwendekaran kantîna Fakulteya Ragihandinê şermezar kirin, Dekanê Fakulteya Ragihandinê Prof. Dr. Ertan Çomakli beşdarî çalakiya xwendekaran bû û got: "Agahiya me ji civina Ciwanên AK'ê tune ye. Ji bo vê yekê karê hêwist emê bikin."