Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin 2019-10-21 11:42:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Avûstûryayê rojnameyan îro bi armanca şermezarkirina zextên hikumetê yên li ser çapemeniyê rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin û zext şermezar kirin.    Li Avûstûryayê, hikumetê bi hinceta “Ewlekariya netewî” azadiya çepemenfiyê sînordar kir. Rojnameyan jî ev sînordar kirin şermezar kirin. Ji ber vê yekê çapemeniya Avûstûryayê, îro rûpelên yekemîn ên rojnameya reş kirin û ev helwesta hikumetê şermezar kirin. Gel kanalên televîzyonan, îstasyonên radyayan û sîteyên înternetan jî beşdarî vê çalekiya rojnameyan bûn.