Komîteya Perwerdeyê: Di êrîşan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da 2019-10-21 10:28:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Kodo, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de 22 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 86 hezar zarok jî ji mafên xwe yên perwerdeyê bûne.    Hevseroka Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Kodo, têkildarî encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser perwerdeyê ji Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê 5 hezar mamoste û 86 hezar xwendekar ji dibistanên xwe dûr ketine. Kodo da zanîn ku piraniya nifûsa herêmê bi malbatên xwe re neçar maye ku koç bike.   Di berdewamê de Kodo, destnîşan kir ku li gorî Komîteya Tenduristyê herî kêm 22 zarokan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan zarok jî birîndar bûne û wiha got: "20 dibistan bi temamî hilweşiyane. 810 dibistan jî ji ber êrîşan hatine girtin. Zarokên ku dibin li dibistanan bin niha ji ber êrîşan koçber bûne. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku di vê mijarê de bergiriyan bigirin."