Mazlum Ebdî: Tirkiye neçare ku derkeve 2019-10-21 10:01:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandine û di çarçoveya peymanê de Tirkiye neçare ji herêmê vekişe.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî geşedanên li herêmê ji televîzyona El- Arabiyayê re axivî. Daxuyaniyên Ebdî wiha ne:   "Me hemû hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişand. Me duh (pêr) hin birîndarên xwe yên li bajar vekişand, îro (duh) jî birîndarên mayî û bi wan re hemû hêzên xwe yên li bajar vekişand. Bi vê yekê re me li gorî peymanê hemû hêzên xwe ji cihên hatibûn diyarkirin vekişand. Lê em dikarin diyar bikin ku Tirkiye peymanê bin pê dike û êrîşên xwe hê jî didomîne.   DIVÊ HERÊM DI BIN KONTROLA NY'YÊ DE BE   Helwesta Amerîka û Tirkiyeyê ji hev cûda ye. Bi Amerîkayê re berpirsyariyên dikevin ser milê me, me pêk anî. Peyman Grê Spî û Serêkaniyê dihewand. Herêmên din na. Di agirbestê de me li hev kir ku li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne em ji bo Tirkiyeyê ne jî Tirkiye ji bo me bibe gef. Dê hêzên me ji herêma di navbera Grê Spî û Serêkaniyê heta rêya navdewletî ya vekişin. Bi vê gavavêtina me re divê ku Tirkiye jî li seranserê sînor şertên agirbestê pêk bîne. Me di vê mijarê de li hev kir. Lê agahiya me ji 13 xalên ku di çapemaniyê de cih girtin nîne. Me di vê mijarê de tu tiştek negotiye. Ne pêkane ku em tiştekî wiha qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê hevdîtin bên kirin û peyman bên çêkirin. Divê ku hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikevin herêmê û pêşî li komkujiyên li dijî gelên herêmê bigirin û siberoja herêmê di çarçoveya çareseriyeke giştî de bê diyarkirin.   TIRKIYE NEÇARE JI HERÊMÊ DERKEVE   Ne pêkane ku em vê yekê qebûl bikin. Hemû sûriyeyiyên ku xwedîş hestên neteweyî ne ne pêkane ku vê yekê qebûl bikin, kurd jî qebûl nakin. Tu eleqeya Tirkiyeyê bi Rojava û Sûriyeyê tuneye. Dewleta tirk, neçare ji herêmê derkeve. Dewlet tirk qala mekanîzmaya ewlehiya sînor dike. Ev dikare li serê bê axaftin û lihevkirin. Lê em ê qet dagirkeriya mayînde ya Tirkiyeyê qebûl  nekin. Divê her sûriyeyî bikeve nav tevgera ku Tirkiyeyê ji xaka xwe derxe."