ÎHD: Li girtîgeha Turkoglu îşkenceyê li girtiyan dikin 2019-10-21 09:39:53 EDENE - Berdevkê Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Ongor, anî ziman ku der barê jiyana girtiyan de bi fikarin û xwest Wezîrê Dadê erka xwe pêk bîne.  Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê piştî ket meriyetê bi îşkence, binpêkirina mafan û tecrîdkirina girtiyan ket rojevê. Niha jî girtî ji ber ku zextên li ser xwe qebûl nakin rastî lêdan û îşkenceyê tên. Dîsa girtî ji mafê xwe yê ragihandin û civakî bê par hatine hiştin. Berdevkê Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Prz. Îlhan Ongor, têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê agahî dan. Ongor, anî ziman ku girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine û wiha got:  "Em der barê jiyana girtiyan de bi fikarin. Em dixwazin Wezîrê Dadê erka xwe pêk bîne. Di 10'ê Cotmehê de 25 girtî ji Girtîgeha tîpa F a Kurkçuler a Adeneyê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu kiribûn. Dema girtî sewqî Turkoglu kirin xwestin bi zorê wan tazî bikin û lêgerîn bikin. Lê girtiyên qebûl nekirin rastî lêdanê hatin. Li ser vê yekê me weki ÎHD'ê di 16'ê Cotmehê de li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtiyan diyar kirin ku ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine û naxwazin li ser piyan jimartinê bidin rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Ji ber girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekirine ew avêtine hucreyê. Ew li erdê dirêj kirine û xwestine bi zorê cilên wan ji wan bikin. Cilên girtiyan qetandine û li wan dane."     RUYÊ GIRTIYAN BIRÎN KIRINE   Prz. Ongor, anî ziman ku girtî Îhsan Oral ji ber lêdanê hêv û ruyê wî birîn bûne û wiha got: "Li erdê li Orol xistine. Bi pêhn û gulman li wî xistine. Guhê wî xwîn kirine. Me di 16'ê cotmehê de bi wî re hevdîtin kir. Hêj şopa birînan li rû, lêv û guhê wî hebûn. Ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdan û neheqiyê hatiye. Dema şopa tiliyê wî girtine jî rastî lêdanê hatiye. Devê wî girtine û nehiştine bêhnê bistîne. Xwestine bi nîzama eskerî wan bibin kawîşan. Ji ber ev qebû nekirine rastî lêdanê hatine. Nêzî 40 gardiyanan li hewşa ku kamera lê tune li wî dane. Piştre girtî birine odeyên bi sînger û nêzî 2 saetan rawestandine û piştre birine kawîşên wan. Li gel vê yekê dozgeriya girtîgehê mudaxaleyî vê rewşê nekirine."     GIRTIYAN TAHRÎK DIKIN   Prz. Ongor, da zanîn ku piştî OHAL'ê kesên bi îdîaya “Sûcên li dijî dewletê" û “Sûcên ji ber qanûna têkoşina bi terorê re" hatine girtin, ji aliyê gardiyan û hêzên ewlehiyê ve tên tahrîkkirin û neheqî li wan tê kirin. Prz. Ongor, destnîşan kir ku bi taybetî li dijî bawerî û ramanên wan gotinên ku wan sor bike tînin ziman û dixwazin bên tahrîkkirin û piştre ceza li wan bibirin. Bi taybetî li Girtîgeha Hêjmar 1-2 a Tîpa L a Turkoglu dixwazin ceza li wan bibirin. Divê Wezareta Dadê bi lez der barê vê mijarê de lêpirsîn bidin destpêkirin û erka xwe pêk bînin.    MA / Hamdullah Kesen