Girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin 2019-10-21 09:10:08 ÊLIH - Girtî Velat Taş, bêyî agahiyê bidin malbatê ji Girtîgeha Kirikkale sewqî Girtîgeha Mêrdînê kirin. Ji wir jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Birayê Velat Taş, Ferhat Taş; diyar kir ku ji ber agahiyê ji Velat nagirin bi gikar in û girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin.  Velat Taş di 31'ê Adara 2018'an de li Mêrdînê piştî 12 rojan di bin çavan de ma, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Bê destûr teqemenî bikar anîye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Velat Taş, piştî 2 mehan li Mêrdînê girtî ma, şandin Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale. Taş di 4'ê Tîrmehê de bi hinceta danişîna doza wî li Mêrdînê heye, ji Girtîgeha Kirikkaleyê derxistin û  birin odeya SEGBÎS'ê. Lê ji ber SEGBîS xerabe bû nekaribû tev li danişînê bibe. Li ser vê yekê dadgehê biryara wî carek din bibin salona danişinê da. Li ser biryara danişînê Taş, ji bo tev li danişîna ku di 30'ê Cotmehê de amade bibe, di 19'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkale birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Taş, ji wir ji birin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Dema Taş sewq kirin agahî nedan malbatê. Birayê Taş Ferhat Taş, diyar kir ku birayê wî hatiye sewqkirin lê rayedaran agahî bi wan re parve nekirine û der barê rewşa birayê xwe de bi fikar in.    GIRTÎGEHÊ BERSÎV NEDA   Ferhat Taş, anî ziman ku bi rêya girtîyekî din fêr bûne ku birayê wan sewqî Mêrdînê û Xarpêtê kirine û wiha got: Girtiyekî li Xarpêtê girtî ji xizmên xwe re dibêje. Xizmê wî jî agahî bi mere parve kir. Li gorî gotina wan ewil ew sewqî Mêrdînê û ji wir jî sewqî Xarpêtê kirine. Çima û çawa birine em nizanin. Me xwest agahî bistînin. Lê bi hinceta dawiya hefteyê ye agahî nedan me. Em der barê rewşa birayê xwe de bi fikar in. Em dixwazin bibin xwedî agahî. Em ê der barê mijarê de serî li ÎHD'ê bidin.    Parêzerê Taş jî anî ziman ku ji bo ziyareta muwekîlê xwe çûye girtîgeha Xarpêtê rayedaran di ketina girtîgehê de xwestine bi zorê lêgerina tazî bikin. Parêzer da zanîn ku ji ber Taş lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî lêdanê hatiye.