‘Qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e' 2019-10-21 09:04:47 STENBOL - Nûnerên sendîka û partiyên siyasî diyar kirin ku tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê raste rast êrîşa li dijî vîna gel e û gotin. "Qeyûm bi têkoşîna li kolanan a bi biryar tê pûçkirin."    Wezîrê Karên Hundir ewil di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê kirin. Piştre qeyûm tayînî şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê kirin. Herî dawî ji qeyûm di 18'ê Cotmehê de tayînî Şaredariyên Nisêbîn, Gever û Colemêrgê kirin. Nûnenerên partiyên siyasî û sendîkayan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û anîn ziman ku ev raste rast nenaskirina vîna gel e. Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce û Rêveberê DÎSK'ê Kanber Saygili, diyar kirin ku tayînkirina qeyûm raste rast êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e.    Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, anî ziman ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku hiqûq tune û wiha got: "Qeyûm tunebûna hiqûqê nîşan dide. Hem hiqûqa gerdûnî û hem jî mafên mirovan ên gerdûnî hatiye binpêkirin. Em li dijî van pêkanînan teslîm nabin. Hikûmet bi polîtîkayên Qeyûm û polîtîkayên şer dixwaze gelê Tirkiyeyê dîl bigire. Ev îktîdar heqê karkeran dixwe. Dibe sedema cînayetên karkeran. Rê li pêş birîna daristanan vedike û destûr dide talankirina xwezayê. Îktîdar hemû van pekanînên li dijî mirovahiyê pêşkêşî sermayedaran dike. Vê yekê bi tundiya polîsan dike. Li dijî van hemû pêkanînan, roj roja berxwedanê ye. Divê em ji her demê bêtir li ber xwe bidin. Dixwazin bi van qeyûman vîna gelê Kurd tune bike û rewatiya tevgera gelê Kurd ji holê rake."      Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger (DEV-TEKSTİL) Okan Karaçan, jî anî ziman ku dewleta sermayeyê bi salan gelê Kurd û kedkaran qetil dike û wiha got: "Her dem serî li pervasiyê daye. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ev êrîş şikandine. Tayînkirina qeyûman bi têkoşîna li kolanan tê pûçkirin. Ger ku têkoşîn li kolanan pêş nekeve dê îktîdara AKP'ê li her derê qeyûm tayîn bike. Cihê ku îktîdarê bi dest nexistibe wê bi zextan û tundiyê bistîne."    'ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E'      Rêveberê DÎSK'ê Kanber Saygili jî anî ziman ku dûrxistina şaredaran û li şûna wan tayînkirina qeyûman êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e. Saygili, anî ziman ku ev ne pêkanînek demî ye û wiha got: "Ev bi temamî konsepta dewletê ye. Dixwaze sazî û rêxistinên ku yekîtî û vîna gelê kurd temsîl dike tar û mar bike. Dixwaze gel bê rexistin bihêle. Li her qadê li dijî vîna gel operasyon tên li dar xistin. Dibe ku serhildanên mezin pêk neyên. Lê têkoşina gelê Kurd a bi kok wê demdirêj berdewam bike. Her çend niha bêdengiyek hebe  jî li dervê welat çalakiyên xurt hene. Divê hemû kesên dibêjin em mirov in li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bînin ziman."   DIXWAZIN GELÊ KURD DÎL BIGIRIN'    Endamê Rêveberiya Sendîkaya Înşaat-Îşê Yunus Ozgur jî anî ziman ku bi sedemên bê kok hevşaredar ji peyvirê tên girtin û wiha got: "Bi tayînkirina van qeyûman dixwazin vîla gelê Kurd dîl bigirin. Dixwazin di şexsê gelê Kurd de hemû kesên bindest bitepisînin."