Parêzerê Kadirova Ozturk: Şika cînayetê heye 2019-10-21 09:03:48 ENQERE - Parêzerê Nadîra Kadîrova ya li mala parlamenterê AKP'ê Şirin Unal kuştî hat dîtin, Bîrol Ozturk diyar kir ku hin tespîtên wan hene û wiha got: "Bi qasî me dît, di dosyayê de ji xeynî îdiayên întîharê şik û gumanên din hene.  Jina Ozbekî ya 23 salî Nadîra Kadîrova, di 23'ê Îlonê de li mala parlamenterê AKP'ê Şîrîn Unal a li Enqerê kuştî hatibû dîtin. Hat diyar kirin ku Kadirova bi awayekê gule li ser dilê wê ketî hat dîtin. Dîsa hatibû îdîakirin ku bi telefonê tacîzî wê kiribûn û beriya bûyerê Kadirova li du xwe nîşe hiştiye. Parezerê Kadirova Bîrol Ozturk, anî ziman ku bi wasî wan dît di dosyayê de şikên ku ji dervê întîharê hene û wiha got: Lêpirsîn didome. Hin agahiyen ku me tespît kirin hene. Lêkolînên me hene. Bûyer çawa pêk hatiye emê bi hevre bibînin. Em ê di rojên pêş de tespîtên xwe pêşkêşî dozgeriyê bikin. Em dê piştre hurguliyên wê bi raya giştî re parve bikin. Me ji gelek saziyan re nivîs nivîne em li benda bersîvê wan in. Hêj dosyaya Saziya Tipa Edlî ji mere nehatiye. Em ê van hemûyan bi hevre binirxînin.    Li gorî îfadeya şahid pêvajo çawa pêş bikeve emê di rojên pêş de bibînin. Ji bo bûyer ronî bibe çi ji destê me bê emê bikin."