‘Dibêjin ez polîs û gefan dixwin' 2019-10-21 09:03:16 WAN - Y.Ş, diyar kir ku ji ber diçe avahiya HDP’ê kesên xwe wekî "polis” pênase dikin gefan li wî dixwe û bi telefonan bêzar dikin.  Ş.Y., yê ku li Wanê dijî diyar kir ku ji ber diçe HDP'ê rastî gefan tê û tê şopaddin. Ş.Y., anî ziman ku kesên xwe wekî "polis" didin naskirin gefan li wî dixwin û ji bo neçe avahiya HDP'ê ya Wanê tê hişyarkirin. Ş.Y., anî ziman ku ji ber her dem tê şopandin û wî hişyar dikin bêzar e û wiha got: "Bi telefonê li bavê min jî geriyan e. Kesên li min geriyan gotin 'Tu çima diçe HDP’? Tu li HDP'ê çi dike? Tu bi serorê HDP'ê re çi diaxive? Rojên borî ji bo mihrîcanê çûm Cizîrê. Ji bo wê li bavê min jî geriyan. Gotin 'Kurê te çîye Cizîrê. Karên dijzagonî dikin. Li pêş kurê xwe bibin asteng.' Bavê min jî got 'Min destûr da ku kurê min biçe Cizîrê. Ez dizanim diçe HDP’ê.' Piştre ji bavê min re gotine 'Ger ku careke din kurê de biçe HDP’ê û tev li daxuyaniyan bibe emê wî binçav bikin.' û gef xwarin."    Ş.Y., da zanîn ku li her derê wî dişopînin û wê têkildarî mijarê serlêdana sûc bike. Ş.Y, anî ziman ku ji bo alîkariya hiqûqî wê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê bide.