Jinên Nisêbînî: Ji bêhna me jî bêzar dibin 2019-10-21 09:01:45 MÊRDÎN - Jinên Nisêbînî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Nisêbînê dan û diyar kirin ku nefesa wan jî îktidarê bêzar dike û wiha gotin: "Berê jî qeyûm tayîn kirin. Lê di deng û biryara gel de guhertin çênebû. Em qeyûman naxwazin." HDP'ê, di hilbijartina rêveberiya herêmî ya 31'ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 77.4'an Şaredariya Nisêbînê bi dest xist. Hevşaredra Semîre Nergiz û Ferhat Kut hatin hilbijartin. Hevşaredar Nergîz û Kut di 17'ê Cotmehê de hatin girtin û di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayîn kir. Li şûna hevşaredaran Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Welatiyên jin ên Nisêbînê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm qebûl nakin û xwestin dest ji vê zilmê berdin.    'BI HÊZA ÇEKAN VÎNA ME JI DESTÊ ME DERDIXIN'   Welatiya Nisêbînê Perihan Aktug, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm ta û wha got: "Me Hevşaredarên xwe bi hilbijartinê bijartin. Lê hevşaredarên ku me hilbijartibûn girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Qeyûm tayînî vîna me kirin. Qeyûm tayînî bajarên Kurdan dikin. Çi heqê wan heye? Hevşaredarên me ne tenê vîna Kurdan in. Vîna hemû gelê Nisêbînê nin. Em naxwazin qeyûm tayînî vîna me bikin. Çima vê zilmê li me dikin. Em dixwazin demek beri demekê hevşaredarên me serbest berdin.  Bi zora çekan tên li ser qoltixên hevşaredarên me rûdinên. Bi zora çekan li ser vîna me rûdinên. Em qeyûman naxwazin. Hevşaredara me ya Berê Sara Kaya hêj girtî ye. Ya niha dîsa girtin. Can û malên gel çû. Niha jî dest davêjin vîna gel. Bila dest ji vê zilmê berdin. Divê gelê Kurd û Tirk ji vê zilmê re bêjin bes e. Îro dora me be, sibê dora wan e. Her ku em dibêjin aştî û aramî ew bêtir şer pêş dixin."    'SOYLU ÇÛ QEYÛM HAT'    Welatiya Nisêbînê Meryem Koç jî anî ziman ku piştî Wezîr Suleyman Soylu hat Nisêbînê û vegeriya qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê kirin û wiha got: "Wezîr Soylu bi xwe re qeyûm anî. Em qeyûm naxwazin. Bi zorê tên li ser qoltixa şaredariyê rûdinên. Ma me diçin bajarên wan şaredariyên wan ji destê wan digirin? Em qeyûman naxwazin. Kesên xayîn û faşîst tên dixin şaredariyan. Çi ji me dixwazin. Tu heqê wan li me tune ye."    'JI NEFEZAI ME BÊZAR DIBIN'   Welatiya Nisêbînê Meryem Enişte jî anî ziman ku çend caran qeyûm tayîn bikin jî encam nayê guhertin û wiha got: "Berê ji qeyûm tayîn kirin. Çi hat guhertin? Gelê Nisêbînê stuyê xwe li ber qeyûm xwar nake. Ji bo mirovan bi hêsanî bikujin qeyûm tayîn dikin. Ji nefesa me jî bêzar dibin. Me her du dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em tu carî serî natewînin."