DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda 2019-10-21 09:00:43 AMED - Girtiyê nexweş Nîmet Deyîş yê 62 salî, 27 salin girtî ye û heta niha li 10 girtîgehan maye. Nîmet Deyîş li Girtîgeha Turkoglu girtî ye, keç û kurê wî jî li Amedê girtî ne. Piştî biryara DMME'ê li gel ku malbatê 2 meh berê serî li dozgeriye dan jî hêj dozgeriyê bersîv nedaye.  Ji malbata Deyîş a ji Farqîna Amedê 3 kes girtî ne. Bav Nîmet Deyîş ê 62 salî, 27 sal û 4 meh in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê tê girtin. Heta niha li 10 girtîgehan girtî maye. Li gel nexweşiyên fitiqa piştê û stu, faranjît, prostat, gurçik, mîde, û gelek nexweşiyên din pêre hene jî nayê berdan.  Keça Nîmet Deyîş Ferîhe Deyîş 9 meh berê hat girtin. Piştî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê û 13 hezar tl cezayê pereyan lê birî û dadgeha bilind ceza erê kir; Ferîhe Deyîş hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê girtî ye. Dîsa Kurê Nîmet Deyîş Wedat Deyîş di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malê de hat girtin û 2 meh û 5 rojin girtî ye.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku kesên li Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatine darizandin 'Bi awayekî adîl nehatine darizanin' û xwest ji nûve bên darizandin. Piştî biryara DMME'ê ya ji bo darizandina DGM'ê rêya berdanê li pêş gelek girtiyan hat vekirin. Heta niha hin girti hatin berdan. Lê girtiyê nexweş Nîmet Deyîş ku tevî nexweşiyên xwe 27 salin girtî ye; li gel malbatê 2 meh berê serî li dozgeriyê da jî heta niha dozgeriyê tu bersîv nedaye malbatê.   Hevjîna Nîmet Deyîş, Sultan Deyîş diyar kir ku dema li Navçeya Farqînê bûn hevjînê wê hat binçavkirin û piştî 40 rojan rastî îşkenceya giran hat, ew girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Deyîş, bibîr xist ku ew ji ber zilma endamên hîzbûllahê neçar man ku koçî Amedê bikin û wiha got: "26 sal berê me ji ber zilm û zextên hîzbûllahê koçî Amedê kir. 26 salin em li Taxa Îplik a Amedê dijîn. Hevjînê min Nîmet dema li zindana Amedê bû rastî êrîşên gardiyanan hat. Wê demê serê wî û milê wî şikandin. Bi wî halî şandin Girtîgeha Dîlokê. Piştre şandin girtîgehên Amasya, Bolu, Şirnex, Wan, Erzirom, Semsûr, Ordû û Turkoglu. Niha 4 mehin li girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê girtî ye."     JI BO HEVDÎTINÊ DI 3 LÊGERÎNAN RE DERBAS BÛN    Sultan Deyîş, destnîşan kir ku heta niha li gelek girtîgehan geriyan û çûn ziyareta hevjînê xwe, lê wekî vê girtîgehê zext û tundiya li ser girtiyan nedît û wiha axivî: "Di serê meha îlonê de ez û zarokên xwe çûn hevdîtina vekirî. Heta em çûn salona hevdîtinê em di 3 nokteyên lêgerinê re derbas bûn. Li salona hevdîtinê destûr nedan girtî bi malbatên din re hevdîtin bikin. Ji ber Nimet xwest bi destê malbatên din bigire û slavê bide wan li pêş çavê zarokên min rastî êrîşê hat. Li Girtîgeha Turkoglu, li şûna gartiyanan Tîmên Taybet hatine peywirdarkirin. Bi taybet hatine peyvirtarkirin. Ji mere gotin heta niha we girtîgeh nedîtine. Hêj nû hûnê girtîgehê bibînin û bal kişandin ser şertên girtîgehê. Zext û tundiye pir dijwar li ser girtiyan heye."    ROJNAME Û PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN    Deyîş, anî ziman ku dema Nîmet ji Orduyê anîn Girtîgeha Turkoglu hemû alav, pirtûk û nivîsên wan desteser kirin û tenê cilên li ser wan hiştin û wiha got: "Hemû eşyayên wan ji wan stendin. Niha di bin tecrîda giran de ne. Radyo û pirtûk ji wan stendine. Rojnameyan nadin wan. Tenê dikarin kanalên televizyonê yên nêzî îktîdarê temaşe bikin. Wekî din qet agahiya wan ji derve çênabe. Li gel nexweşiyên giran jî nayê berdan. Dîsa li gel ku 2 meh berê me serî li dozgeriyê, ÎHD û Wezareta Dadê jî dan, hêj bersîvek nehatiye. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş  bên berdan. Em dixwazin ji biryara DMME'ê sûdê bigire û bê berdan."