ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-21 09:00:01   * Hunermendên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan a “Em şer rawestînin" dan destpêkirin gotin: "Huner cîhanê xweşik dike. Şer cîhanê qirêj dike" û xwestin her kes li dijî şer bêtir dengê xwe bilind bikin. Hunermendan anîn ziman ku ev dagirkerî ye.    * Jinên Nisêbînî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Nisêbînê dan û diyar kirin ku nefesa wan jî îktidarê bêzar dike û wiha gotin: "Berê jî qeyûm tayîn kirin. Lê di deng û biryara gel de guhertin çênebû. Em qeyûman naxwazin."   * Girtiyê nexweş Nîmet Deyîş yê 62 salî, 27 salin girtî ye û heta niha li 10 girtîgehan maye. Nîmet Deyîş li Girtîgeha Turkoglu girtî ye, keç û kurê wî jî li Amedê girtî ne. Piştî biryara DMME'ê li gel ku malbatê 2 meh berê serî li dozgeriye dan jî hêj dozgeriyê bersîv nedaye.    * Endama SGDF'ê Helîn Yagmur Ucî, diyar kir ku rastî gefa tacîz û tecawiza polîsan û îşkenceya polîsan hatiye û wiha got: "Patanî avêtin ser serê hevalên min ên malê û xwestin wan bifetisînin."    * Girtî Velat Taş, bêyî agahiyê bidin malbatê ji Girtîgeha Kirikkale sewqî Girtîgeha Mêrdînê kirin. Ji wir jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Birayê Velat Taş, Ferhat Taş; diyar kir ku ji ber agahiyê ji Velat nagirin bi gikar in û girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin.    * Nûnerên sendîka û partiyên siyasî diyar kirin ku tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê raste rast êrîşa li dijî vîna gel e û gotin. "Qeyûm bi têkoşîna li kolanan a bi biryar tê pûçkirin."    *  Y.Ş, diyar kir ku ji ber diçe avahiya HDP’ê kesên xwe wekî "polis” pênase dikin gefan li wî dixwe û bi telefonan bêzar dikin.    * Parêzerê Nadîra Kadîrova ya li mala parlamenterê AKP'ê Şirin Unal kuştî hat dîtin, Bîrol Ozturk diyar kir ku hin tespîtên wan hene û wiha got: "Bi qasî me dît, di dosyayê de ji xeynî îdiayên întîharê şik û gumanên din hene.    *  2'emîn danişina doza Emine Bulut a ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkale  bê dîtin. (10.00)     * 4'emin danişîna doza kuştina Mazlum Turan ê 16 salî ku li Qoserê ji aliyê polîsan ve hat kuştin wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê bê dîtin. (14.00)