Polîsan Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê binçav kirin 2019-10-21 07:54:19 AMED - Polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz, Hevşaredarê Bismîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin.    Polîsan serê sibê bi ser malên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz de girtin. Polîsan piştî lêgerînê hevşaredar Mizrakli û Yilmaz di serdegirtina malê de binçav kirin.   BISMIL    Polisan li navçeya Bismilê jî bi ser malên Hevşaredare Bismîlê Orhan Ayaz de girtin û binçavkirin. Polîsan piştî li malên hevşaredaran lêgerîn kir, Hevşaredar  Ayaz binçav kirin û birin midûriyeta polisan.    KARAZ    Polîsan hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Nazlier binçav kirin.