Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşa Tirkiye şermezar kirin 2019-10-20 22:49:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezanan Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşên  Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî şermezar kirin.    Bi pêşengtiya Meclîsa Gel, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Bocott Tirkiye bi hezaran kes li pêşiya avahiya BBC'ê ya Londonê civîyan û êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Malbatên Costa Scarfîeld, Anna Campbelle û Jack Holmes û dîsa komên tevgerên komunîst ên Ingilîz, enternasyonalîst, sosyalîst û dijî şer cihê xwe di çalakiyê de girtin. Girseya gel, berê xwe da parlementoyê û bi dirûşmên, "Em Rojava ne, Rojava em in" meşiyan. Girse piştî gihişt pêş parlementoyê mîtîng li dar xist. Ji Tevgera Komunîst Pamela Holmes got: “Em weke gel li gel Rojava û YPG’ê ne. Sekna li dijî dagirkeriyê, erkekeke mirovî û şoreşgerî ye.”    Parlementera Parlementoya Ewropa û dosta nêz a Kurda Jûlîa Ward jî axivî û diyar kir ku şervanên Kurd ên li Rojava sûdeke pir mezin dane rûmeta mirovahiyê û got: “Jinên kurd li Rojhilata Navîn şoreş kirin. Ev êrîş êrîşa li ser Şoreşa Jinê ye. Em bi hemû hêza xwe li dijî vê dagirkeriyê ne.   Dayika şervanê YPG’ê Costa Scarfîeld Vasîk Scarfîeld, bavê şervana YPG’ê Anna Campbelle Dîrk Campblle, dosta kurda Margaret Oven û rojnamevan Steve Sweeney û Mark Campbelle jî axivîn.