Dijberên şer li turbînan li dijî wer qerîyan 2019-10-20 22:25:16   AMED – Di maça Amedspor û Gumuşhanesporê de alîgirên Amedsparê li turbinan dijberiya xwe ya şer anîn ziman û bi qasî 90 deqîqayan bê navber dirûşmeya “Ji şer re na" berz kirin.    Îro Amedspor û Gumuşhanespor li Seha Gorê ya Amedê hatin hemberî hev. Di maşê de alîgirên Amedsporê li Stadyumê li dijî şer bertekên xwe anîn ziman û bê navber dirûşmeya "Ji şer re na" berz kirin. Ji destpeka maşê heta dawiyê alîgirên Amedsporê li bê navber 90 deqîqeyan piştgiriya xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û dirûşmeya “Ji şer re na" berz kirin.