Forma Teewese piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2019-10-20 22:16:51   NAVENDA NÛÇEYAN -  Forma Teewese ya Piştgiriya Gelan a li paytexa Mexirb Rîbatê li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi gelên herêmê re ragihand û banga rawestandina êrîşan kirin.   Forma Teewese ya Piştgiriya Gelan a li paytexa Mexirb Rîbatê ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist û daxuyanî dan. Formê di daxuyaniyê de wiha got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hincetên ne rast ya şerê li dijî ‘terora‘ hêzên QSD‘ê êrîş gelên herêma rojhilatê Firatê ya Sûriyê, Kurd, Suryan, Asur, Ereb, Tirkman û Êzidî dike. Hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Ev êrîş di çarçoveya êrîşên qirkirina gelên herêmê de li pêşberî çavên cîhanê têne kirin. Cîhan dizane ku QSD`ê bi tenê di eniyên şer de li Sûriyê li dijî DAIŞ`ê şer kir û xîlafeta wê ya terorîs têk birin. QSD‘ê parastina mirovahiyê kir û bi hezaran şehîd û birîndar dan.   Di encama êrîşên Tirkiyê de bi sedan sivîl ji temenên cûda hatin qetilkirin, binsaziya herêmê hate rûxandin, her wiha bi hezaran sivîl hatin koçberkirin. Ev êrîş bi piştgiriya komên  îslamî yên tundraw ên ji bermahiyên DAIŞ, El-Qaîde, Ehrar El-Şam û komên din ên (Artêşa niştimanî ya sûriyê ya terorîst) pêk tê.   Li ser vê yekê em Forma Teewese Tanamort a Piştgiriya Gelan radigihînin:   *Em piştgriya xwe bi gelê Kurd, Suryan, Ermen, Asur, Êzidî, Tirkmen û Ereb ên herêmên rojhilata Firat a Sûriyê radighînin.   * Em êrîşên rejîma Tirkiyê ya dijber, dagirker û qirkirinê şermezar dikin.   * Em bang dikin ku demildest êrîşên derexlaqî yên Tirkiyê bên rawestandin û gelên herêmên Rojhilatê Firatê ji qirkirina bi koman desthilatdariya Tirkiyê dixwaze vê yekê pêk bîne,werin parastin.   * Em bang dikin ku guhertina demogarîk û nasname ku rejîma Tirkiyê hewl dide pêk bîne, were qedexekirin û alîkarî ji koçberan re were şandin.   * Mafê gelên Rojhilatê Firatê ya Sûriyê ye bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin."