Xwendekarên Germiyan berhemên Tirkiyeyê boykot kirin 2019-10-20 20:07:12     GERMIYAN -  Li navçeya Kifrî ya Germiyan xwendekarên Peymangeha Hunerên Xweşik piştgirî dan boykotkirina berhemên Tirkiyeyê û li Helebceyê jî berberxaneya ku navê wê Stenbol bû, kirin Rojava.   Piştî Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, top, balafir û çekên giran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, bertek û nerazibûn jî zêde bûn. Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî dest bi boykotkirina berhemên Tirkiyeyê kirin. Piştgirîkirina boykotê her ku diçe mezin dibe. Li navçeya Kifrî ya Germiyan xwendekarên Peymangeha Hunerên Xweşik bi çalakiyên rengareng ên li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi pêngavekê piştgirî dan boykotkirina berhemên Tirkiyeyê.   Li aliyê din, li Helebce jî berberxaneya ku nêzî deh salan bû navê wê Stenbol bû, xwediyê wê ev nav guherand.  Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  navê wê kir Rojava.