Xelkê Teqteq piştgirî da Berxwedana Rojava 2019-10-20 20:01:07     TEQTEQ - Li bajaroka Teqteq a ser bi Koyeyê xelk cara sêyemîn li dijî êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gelê Teqteqê kampanya komkirina alîkariyê jî dan destpêkirin.   Li Başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kêm nabe. Gelê bajaroka Taqteqê ya ser bi Koyeyê daketin qadan û dagirkerî şermezar kirin.  Di çalakiyê de piştgirî dan xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo komkirina alîkariyê dest bi kampanya komkirina alîkariyê ji kirin. Wê alîkarî li Parka Şehîd Namiq were komkirin. Endamê kampanyayê Dêhat  Osman agahî da Ajansa Rojnews'ê û got: "Di nava çend saetan de me karî alîkariyek baş kom bikin. Wê kampanya me çend rojan berdewam bike. Daxwazê ji xelkê dikin ku piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê."