Kîno Gabrîel: Me li gorî lihevkirinê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin 2019-10-20 19:51:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê QSD‘ê Kîno Gabrîel ragihand ku di çarçoveya lihevkirina agirbestê de wan bajarê Serêkaniyê ji hêzên xwe vala kirin.   Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku li gorî lihvkirina agirbestê ya bi Tirkiyê ya bi navbeykariya Amerîkayê re wan bajarê Serêkaniyê bi temamî ji hêzên xwe vala kirine û ti şervananên wan di bajêr de nemane.