Sewqîyata tangan a sînorê Serêkaniyê didomin 2019-10-20 17:04:24   RIHA - Li gel di navbera Tirkiye û DYA de ji bo sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest hatiye îlankirin jî sewqîyata tang û topan a li ser sînorê Serêkaniyê didomin.    Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tang, top, balafirên şer dest bi êrîşan kir. 10 rojan bê navber Tirkiye bi çekên giran û balafiran êrîşî Serêkaniyê û Kaniya Xezalan kir. Li gel di navbera Tirkiye û DYA de ji bo sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest hatiye îlankirin jî sewqîyata tang û topan a li ser sînorê Serêkaniyê didomin. Dîsa êrîşên bi tang û hawanan didomin. 15 TIR'ên ku ji 5'emîn Tugaya Tangên Zirxî Rihayê hatin derxistin, sewqî sînorê Serêkaniyê kirin. Dema bi TIR'an tang sewq kirin tedbîrên mezin girtin. Hat diyar kirin ku Tang li nava axa TÎGEM'ê ya sînorê Serêkaniyê bi cih kirin.