Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriyê qebûl nakin 2019-10-20 16:58:13   KOBANÊ - Şêniyên Kobanê, li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xistin û xwestin Tirkiye zanibe ku ew amade ne li pêşiya êrîşan bisekinin û qebûl nakin ku xaka wan bê dagir kirin. Gelê Kobanê anî ziman ku çawa li dijî DAIŞ'ê axa xwe parastin wê li dijî Tirkiyeyê jî parastina xaka xwe bikin.    Tirkiyeyê di 9`ê Cotmehê de dest bi êrîşên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû û hêj êrîş didomin. Tirkiye li pêş çavên cîhanê bi tang, top, balafirên şer axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Li gorî Melisa Sûriyeya Demokratîk hetaı niha 235 welatiyên sivîl hatin kuştin û Tirkiye di şer de çekên kimyewî û bombeyên fosforê teqandine. Şêniyên Kobanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşan da meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de şêniyê Kobanê Doxan Mihemed êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û nerazîbûna xwe nîşan da. Mihemed, anî ziman ku ew amade ne hîna şehîdan bidin ji bo welatê xwe biparêzin û dest ji axa xwe bernadin."   Welatî Xedîce Mistefa jî wiha got: "Em dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên xwe re qebûl nakin, divê Tirkiyê ji xaka me derkeve, bes e komkujiyên derheqê gelê me û bajarên me dirûxîne. Ez bang li hemû gelên cîhanê dikim ku li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê rabin serhildanê û binpêkirinên derheqê mirovahiyê rawestînin."    Meqbûle Bekî jî axivî û wiha got: "Tirkiye sivîlan dike hedef û wan dikuje. Tirkiye û Amerîka naxwazin gelê Kurd mafê xwe bistîne û bi azad li ser xaka bijîn. Îradeya gel îsbat kir ku cîhan dev ji xak û rûmeta xwe bernadin û xwe radestê qebûl nakin. Em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin, em qebûl nakin ku dagirker têkeve xaka me û komployên qirêj ji li dijî me jî em qebûl nakin."   MINBIC    Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Mihbic û gundewarê wê çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di konê çalakiyê de wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan û birîndarên êrîşên Tirkiye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî pankartên bi nivîsên "Yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê dagirkeriya osmanî bişkîne" û "Dê serkeftina Berxwedana Rûmetê misoger bike" hatin daliqandin.