Dozger dosyeya Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, girt 2019-10-20 15:49:16   ÇANAKKALE - Dosyeya gilîkirinê ya Ekrem Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, ji aliyê dozger ve hat girtin. Dozger, derbarê girtina dosyeyê de, diyar kir ku delîlên şenber nehatin dîtin.    Li Nexweşxaneya Zanîngeha Hijdehê Adarê ya Çanakkaleyê, di 15’ê Cothemê de, dema Ekrem Yaşli yê 74 salî bi hevjîna xwe ya nexweş Bedriye Yaşli (71) re bi kurdî axivî, bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû ma. Ji ber ku Yaşli bi hevjîna xwe ya bi tirkî nizane re bi kurdî axivî, xizmê nexweşekî din ê li heman odeya nexweşxaneyê bertek nîşan da û jêre got got: "Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye." Piştî van gotinan ji odeyê derdikeve û vê carê di dest wî de şûşeyeke sodeyê dikeve hundur û şûşeyê davêje Ekrem Yaşli. Şûşe li serê Yaşli dikeve û birîndar dibe. Ligel hemû îfade û giliyên Yaşli jî dosyeya wî hat girtin.   Serdozgeriya  Komarê ya  Çaanakkale, derbarê dosyeya lêpirsînê de daxuyanî da û got: “Berevajî îfadeyên Ekrem Yaşli ne ji ber ku bi kurdî axiviye rastî êrîşê hatiye.” Dozger da zanîn ku ji be delîlên şênber nehatine dîtin, dosye  girtiye.    ÎHD: DOSYA JI MEXDURAN REVANDIN   Şaxa ÎHD’ê ya Çanakkalê derbarê pêvajoyê de daxuyanî da û wiha got: “Li ser daxwaza serlêdanvan, em di îfadeyên polîstîk de amade bûn. Dosya ji mexdûran revandin. Ev jî bû sedem ku lêpirsîn bi awayekê erênî dewam neke.”