QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir 2019-10-20 15:28:40   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li gorî agirbestee  tev digerin, lê artêşa Tirk, hê jî êrîşên xwe didomîne û got: "Di encama êrîşan de 16 şervanên me şehîd û 3 şervan jî  birîndar bûn.”   Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir.    Daxuyaniya QSD’ê  wiha ye: "Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin û hêzên me li gor wê tev digerin, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên alîgirê wê, êrîşên xwe didomînin.   SERÊKANIYÊ    Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kirin û li rex wê jî gelek hêz şandin û li herêmên agirbestê amadekariyên leşkerî dikin. Li derdora gundên Hebeş û Şikêriyê, komên terorîst û artêşa dewleta Tirk a dagirker hewldan êrîşên nuqteyên hêzên me bikin. Li aliye din jî komên terorîst êrîşî nuqteyên me yên li cihên din kir û bi çekên giran êrîş kir û hewl da bi panzêran pêşde werin.   Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û şer li wan nuqteyan rû da. Hêzên me hewldanên pêşveçûnê şikandin û hiştin ku paş ve bikişin. Lê piştî hewldanên wan hatin şikandin, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran topbaran kir. Tevî pêkanîna agirbestê ji hêla me ve li tevahî nuqteyan, lê artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora gundên Til Xinzîr, Elok belav kirin û her wiha jî hejmareke mezin ji çeteyan li wan nuqteyan bi hedefa êrîşkirinê, belav kir. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a hovane de, 16 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birînar bûn.”