Li Êlihê daxuyaniya ‘li dijî şer’: AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe 2019-10-20 15:27:35   ÊLIH – Wekîlê Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Îkram Îrgî, diyar kir ku AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe û got: “AKP ji ber vê têkçûyîna xwe êrîşî HDP û Rojava dike. Gelê kurd wê hîn zêdetir bi hêz bibe û rêya xwe dewam bike.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, derbarê êrîşên polîsan ên li ser partiya xwe û operasyona li dijî Bakur û Rojhihatê Sûriyeyê de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Wekîlên Hevserokên HDP’ê yên Êlihê Gulcemal Erdînç û Îkram Îrgî, Hevberdevkê Delegasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Adîl Erîn, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ezel Aydin, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmez û gelek kes beşdarî civînê partiyê bûn.    'AKP WÊ BI SER NEKEVE'   Îkram Îrgî, di civînê de axivî û dest pê kê bertek nîşanî ablokeya polîsan a derdora avahiya partiyê da. Îrgî, diyar kir ku ligel hemû zextên heyî jî ew xebatên xwe yên siyasî dewam dikin û wiha axivî: “Emê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê dewam bikin. AKP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de winda kir. AKP di ferqa têkçûyîna xwe de ye. AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe. Ji ber vê têkçûyîna xwe êrîşî HDP û Rojava dike. Lê wê bi ser nekeve. Gelê kurd wê hîn zêdetir bi hêz bibe û rêya xwe dewam bike.”   'DIVÊ GEL DIJ DERKEVIN’   Wekîla Hevseroka HDP’ê Gulcemal Erdînç jî, bang li gel kir û wiha got: “Divê neyê ji bîr kirin ku ev şer gelan xizan dike. Vergiyên ku ji berîka gelan digirin, ji bo şer û mirinê bi kar tînin. Bi her guleya ku tê teqandin mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev  yek aboriyê jî tune  dike. Ji ber vê divê gel li dijî vî şerî derkevin.”