'Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq' bi dawî bû 2019-10-20 15:11:14   ÎZMÎR - Di "Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq" de Rojnameger Alî Duran Topuz, bal kişand ser bêhiqûqiyê û wiha got: "Divê em li rê û rêbazên perçekirinên dorpêçê bigerin."    "Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq" a Dibistana Mafên mirovan a Ege ya Navneteweyî li Îzmirê li dar xist bi dawî bû. Komxebat bi mijara “Perçekirina dorpêçê" bi dawî bû. Komxebata ku ji aliye Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), Rêxistina Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî, Rêxistina Hiquqnasên Ewropayî yên ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê û Akademîya Piştevaniya Îzmirê hat organizekirin bi xebata li Gundê Matematik ê Nesrîn bi dawî bû. Prz. Evren Çildir pêşkêşiya xebatê kir. Profesor Doktor Nilgün Toker, Doktor Serdar Tekin, Prz. Cansu Akçabey û Rojnameger Ali Duran Topuz axivîn.    ‘HIQÛQ AMÛRA LÊGERÎNA MAF E'   Prz. Cansu Akçabey, diyar kir ku îktîdar dikare bi hiqûqa nûjen civakê biguherîne û wiha got: "Dikare vê yekê bi aborî, perwerde û ol biguherîne. Em hiqûqê bi dewletê nas dikin. Raste hiqûq amûra îktîdarê ye. Lê divê divê em jî hiqûqê wekî amûr bikar bînin."    Rojnameger Alî Duran Topuz jî anî ziman ku di qada siyaset û hiqûqê de di dema herî xerab re derbas dibin û wiha got: "Mirov bi KHK'yan mexdûr bûn. Dema bi KHK'yan mirov ji kar hatin dûrxistin mirina sivîl dest pê kir."  Doktor Serdar Tekin jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo mafê nayê dîtin bê xuyakirina têkoşinek heye û wiha got: "Îro tişta pêdiviya me heye kesên mafên wan hatine binpêkirin em bibin yek. Ji ber ku hemû kesên mafên wan hatine binpêkirin ji hev hatine dûrxistin. Divê em tenê hiqûqê wekî amûra îktîdar û serdestan pênase nekin. Ji ber ku hiqûq amûra têkoşîna civakê ye jî."    Prof. Nilgun Toker jî anî ziman ku hiqûq di heman demê de pratîka civakî ye û wiha got: "Tişta tê redkirin nayê guhertin. Divê ya polît em biguherînin."