Xelîl: Divê NY ewlehiya herêmê pêk bîne 2019-10-20 14:44:01   QAMIŞLO - Rêveberê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl derbarê peymana agirbestê de wiha got: "Çareseriya ku niha tê qebûlkirin, vekişandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ye. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) ewlehiya aştiya herêmê pêk bînin."    Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser rûpela xwe ya tevna civakî facebookê daxuyaniyek derbarê agirbestê û çareseriya ku nihat tê xwestin de parve kir.    Xelîla wiha got: "Hêzên Sûriye Demokartîk(QSD) tev gel bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve, berxwedaneke qehremanî li dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, pêk anî. Tiştê ji encama berxwedan û biryara ku gelê me ya redkirina dagirkeriyê û parçekirina Sûriyê standiye, qebûlkirina me ya qaşo însiyatîfa"agirbestê" li ser çareseriyê û ne li ser şer e. Çareseriya ku niha tê qebûlkirin, divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi xwe re DAIŞ anîne, vekişîn û ji dêvla wan hêzên parastina aştiyê yên girêdayî NY’ê bi cih bibin. Ev pêngava yekane ku herêma ewle bi ser bikeve. Ji bilî wê jî tê wateya derbkirina aramî, pêkanîna qirkirinan û rewabûna dagirkeriyê ji hêla Tirkiyê ve."