Foza Yûsîf: Divê şandeyek serbixwe ya navneteweyî çekên kîmyewî lêkolîn bike 2019-10-20 14:36:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Yûsîf, îdîayan Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên qedexekirî (kîmyewî) bi kar tîne nirxand û got: "Divê şandeyek ekîbên pispor a serbixwe ya navneteweyî pêk tê li ser birîndar û kesên li herêmê jiyana xwe ji dest dane, lêkolîn bikin."      Îdîayên Tirkiye di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne ji rojevê dernakeve. Ev îdîa roj bi roj mezintir dibin. Endama Lijneya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûfîs, derbarê mijarê de ji JINNEWS'ê re axivî û diyar kir ku bijîşkên li herêmê di xebitin lêkolînên pêwîst dikin û dê encamên wê bi mekanîzmayên pêwendîdar ên navneteweyî re parve bikin.   'DIVÊ DI CIH DE BÊ LÊKOLÎN KIRIN'   Yûsif anî ziman bijîşkên sînornenas, rêxistina tenduristiyê ya dinyayê û pisporên di vê mijarê de divê der barê çekên hatine bikaranîn li ser mirovên ji ber van çekan birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane lêkolînan bikin û got, di destê bijîşkan û Heyva Sor de daneyên cidî hene.    Yûsif got, "Divê tevahiya cîhanê bibîne ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi çi awayî li vê deverê di qirkirinê re derbas dike."