Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir 2019-10-20 14:14:02   LONDON - Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir.  Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) li her devera dinyayê dewam dike. Nerazîbûna xelkê kurd û dostên wan li seranserî Ewropayê didome. Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan jî beşdarî van nerazîbûnan bû û li herêma Waterloo paytexta Îngîlistanê Londonê li ser dîwarek wêneyek mezin xêz kir û bi wêne berxwedana Rojava vedibêje. Dogan wêneyê jin û zarokên li pêşberî tankek sekinîne xêz kir. Dogan li ser dîwarek ku her roj bi deh hezaran însan di ber de derbas dibin wêneyê bi nivîsa “Berxwedan Jiyan e” nivîsandiye.    ‘DILÊ MIN BI ROJAVA RE YE’    Dogan hestên xwe yên ji bo xêzkirina wêneyê Rojava wiha got: “Min vî wêneyî ji bo berxwedana Rojava xêz kir. Dilê min bi berxwedana Rojava re ye. Bila kes nebêje gelê Rojava tune ye, gelê Rojava li her deverê ye. Ez dixwazim berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên Tirkiyê bidin nîşandan. Hunermend ji bo Rojava pirr bêdeng dimînin. Pêwîste di serî de hunermend û her kes xwedî li Rojava derkeve.”