Gelê Rojhilat ji bo gelê Rojava derdikevin kolanan 2019-10-20 12:02:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li seranserî bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistan û li paytext Tehran çalakî bên lidarxistin. Ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê îro saet di 17:00’an de li seransreî Rojhilatê Kurdistan li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê, çalakî bên li darxistin. Dê li paytexta Îran Tehranê jî li ber balyozxana Tirkiye çalakî bê lidarxistin. Li ser du bangên cûda ku yek ji aliyê Komîteya Giştî ya Însyatîfa Yekgirtina Berxwedana Rojava û yek jî ji aliyê Komîteya Şehîd Zagros Berzewan a Kirmaşanê ve hatine kirin. Têde daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê tê kirin ku bi awayek aram û aştiyane komkujiyên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava nîşan bidin.   Li gora van bangên hatine kirin wê çalakî li van cihan werin lidarxistin;   Tehran: Li ber balyozxana Tirkiye. Kirmaşan: Parka Muelîm. Urmiye: Taxa Terzlu , li rex mizgefta Mihemed Resulillah. Sine: Cadeya Firdews. Îlam: Meydana 22’yê Çile. Mihabad: Meydana Çarçira. Şabad: Meydana Îmam,  Merîwan: Çaryana Şebreng. Kamyaran: Çaryana Serekî.Ciwanro: Meydana Şehîd Bahoz Cudî. Serpêl Zehaw: Meydana Besic. Sehne: Şeqama Mewlewî. Seqiz: Meydan Helo. Bane: Meydana Cehad. Bokan: Meydana Fermandarî. Dîwandere: Beramberî parka Millet. Geylan Xerb: Parka Şahid. Pawe: Meydana Fermandarî. Qurwe: Meydana Îtahad. Rewanser: Seraw Rewanser. Bêcar: Meydana Navendî (Dewr meydan). Dêgulan: Muelim. Abdanan: Parka Şar. Pîranşar: Meydana Cimhurî. Şino: Çaryana Karger. Mako: Meydana mezin a bajêr. Xoy: Derwazeya Mako. Çaldiran: Şehrek- Meydana Muelim. Neqede:Parka Muelm. Tîkab: Şerîf Abad- Meydana Mewlewî. Serdeşt: Kemerbend Rebet:Şaredarî. Eywan: Parka Şar. Selas Bawecanî: Pasajî milî. Di dawiya bangewaziyê de tê gotin ku li bajarên din jî wê bi pêşengiya çalakvanan cihek bê diyarkirin ûçalakî lê were kirin.