Desteya Tendirûstî: 235 sivîl hatin kuştin 2019-10-20 11:29:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, diyar kir ku di encama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li bajarê Serêkaniyê 5 roj in dorpêçkirî ye û anî ziman ku hejmara birîndarên sivîl gihişt 677’an û di navde 22 zarok jî heyî bi giştî 235 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa û Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm li Hesekê têkildarî bîlançoya kesên di êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî da. Ciwan Mistefa got: "Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên tenduristiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin hedef. Di encamê de ji xizmetê derketin. Bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in di nav dorpêçê de ye. Bajar bi temamî hatiye dorpêçkirin. Bi dehan birîndar di nexweşxaneyê de û hejmarek mezin a şehîdan di bin enqazan de hene."   Ciwan Mistefa, di dawiya axaftina xwe de jimara birîndar û şehîdan eşkere kir û got: Hejmara birîndaran derdora 677’e, ya şehîdan jî 235’in û di nav de 22 zarok hene." Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm jî got: "Em niha li ber kerastek mirovî rû bi rû mane. Zêdetirî 300 hezar kes li bajarên ser sînor di nav malên xwe de ne. Di bajarê Hesekê de 42 dibistan hene tijî şênî ne. Ji dîroka 9`ê Cotmehê ve av li ser bajarê Hesekê qut bûye ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a bajarê Serêkaniyê kir hedef."