Lemkow: Zextên li ser Kurdan dişibe zextên li ser Katalanan 2019-10-20 10:31:15   ÎZMÎR - Endamê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Barselona Otonomê Prof.Dr. Loîs Lemkow, diyar kir ku zextên li ser Kurdan û zextên li ser Katalanan dişibin hev. Bi taybetî di darizandina du gelan de bê hiqûqî û cezayê giran pir zêde ye.    Dadgeha Bilind a Îspanya, di sala 2017'an de der barê 9 Rêberê Katalan ên Referanduma Serxwebûna Katalonya amade kirin û Hikûmeta Navendî ev yek red kiribu de bi îdîaya “Gel teşwîkî serhildanê kirine" di navbera 9 sal û 13 salan de ceza birî. Dadgehê der barê 8 bersûcan de “Teşwîka Îsyanê" 9 sal ceza birî. Der barê 3 bersûcan de jî bi sucdariya “bêîtîatiyê" cezayên cuda birîn. Biştî biryara dadgehê roja duyemê li hemû herêmê grev hat îlankirin.    Endamê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Barselona Otonomê Prof.Dr. Loîs Lemkow, têkildarî cezayên li siyasetmedarên Kurd tên birîn nirxandin kir. Lemkow, diyar kir ku zextên li ser Kurdan û zextên li ser Katalanan dişibin hev. Bi taybetî di darizandina du gelan de bê hiqûqî û cezayê giran pir zêde ye. Lois Lemkow, anî ziman ku piştî îlana Serxwebûna Katalan, hin endamên hikûmeta Katalan ên berê û du Rêberên tevgera alîgirên Serxwebûnê hatin girtin û rastî cezayên giran hatin. Tu kes li benda vê yekê bûn. Girtina van yekan nayê qebûlkirin. Ew qas tedbîrên zalîmane hatine girtin mirovah hêrs dike. Nêzî 5 rojin mirov li dijî vê yekê çalakiyan li dar dixin. "    Lemkow, anî ziman ku gelê Katalan li dijî van pêkanînan dibêjin êdî bes e û wiha got: "Gel êdî bi piranî serî li çalakiyên îtîata sivîl didin. Êdî kêr gihiştiye hestiyên mirov. Êdî çalakiyên îtîata sivîl rewa kirine. Wê li îspanyayê di 10'ê mijdarê de hilbijartin pêk bê. Ev çalakî û geşedan çiqas bandorê li ser hilbijartinan bikin yan nekin wê di rojên pêş de diyar bibin. Ez der barê serpêhatiyên Kurd û Tirkan de gelek analiz fêr bûm. Em li vir dibînin ku zextên li ser Kurdan û Katalanan pir dişibin hev. Bi taybati darizandina du gelan pir dişibe hev. Bê hiqûqî û cezayên li ser wan nîşan dide ku zext dişibin hev.    MA / Sevda Aydin