Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe 2019-10-20 10:30:36 WAN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî li hevkirina Tirkiyê û Amerîka de peymana Dolmbahçeyê bibîr xist û got: “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe.”  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji ajansa me re axivî.    ‘SIYETA TIRKIYÊ TÊK ÇÛYE’    Temellî da zanîn ku ev demek dirêj e Tirkiye taybetmendiya xwe ya dewleta hiqûqê winda kiriye û got: “Îktîdarê bi şer û tecrîdkirina Tirkiyê ji zû ve hiqûqê binpê kiriye. Helbet dema rewş wiha be dê ev welat ber bi çiravê ve biçe. Herî dawî bi êrîşên li dijî Rojava re Tirkiyê hiqûqa navnetewî jî nas nekir û binpê kir. Me ji êrîşên wan re got ‘şer’ gotin ‘na hûn nikarin bêjin şer.’ Me got ‘dagirkerî’ gotin ‘na hûn nikarin bêjin dagirkerî.’ Yên têkildarî vê meseleyê axivîn jî hatin binçavkirin û girtin. Lê tiştek wan ji bîra kiriye heye ku hemû dinya ji van êrîşan re got dagirkerî û şer. Îktîdar dixwaze bi vî halê xwe yê nikare birêve bibe li hundir dijminahiya kurdan bike û li derve jî dixwaze bi polîtîkaya Sûriyê pêşiya xwe veke. Îro siyaseta tirk bi yek gotinê mirov dikare bêje ku ajotine nav çiravê. Niha siyaseta Tirkiye têk çûye. Hem li Tirkiyê û hem li Sûriyê li ser dijminahiya kurdan aştiya civakî xera kirin. Li Sûriyê aştiya Rojhilata Navîn dînamît kirin. Jixwe birêz Ocalan li ser aştiya civakî dê çawa pêk were daxuyanî dabû û nêrîna wî pirr zelal bû. Lê bi şer û operasyonê bersiv dan pêşniyarên Birêz Ocalan.”    ‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE’    Temellî bal kişand ser “sûcê şer” a di rojeva cîhanê de û got: “Belê niha êdî li cîhanê li ser sûcên şer ên Tirkiyê tê axaftin. Di şerê herî dawî de me sûcê şer dît. Niha dema em diçin ku êdî her kes ji kirinên Tirkiyê yên li dijî mirovan baş fêm kiriye. Niha her kes bi qilqal e. Lê me her tim wan hişyar kir û me çareseriyê nîşanî wan da. Me hemû kirinên wan ji wan re got. Lê li me guhdar nekirin. Tenê di qirkirin û girtinan de israr kirin. Tiştek pêk neanîn. Em dev ji pêkanînê van tiştên bikin berdin, heta însanan sûcdar kirin û girtin.”    ‘OCALAN GOTIBÛ’    Temellî bal kişand ser gotinên “Heke pirsgirêka kurd çareser nekin dê bibe pirsgirêkek navnetewî" yên Ocalan bi bîra îktîdarê xist û got: “Tirkiye, DYA, Rûsya û welatên din nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Heke pirsgirêkan rabin bi wan re çareser bikin tenê ya dê paş ve bixin an jî wê bi awayek derbasdar rakin dingilek din. Pêwîste pirsgirêka Tirkiyê li Tirkiyê û pirsgirêka Sûriyê li Sûriyê were çareserkirin.”    ‘ÇAPEMENIYA HEWZÊ ÇIQAS ŞOR BIKE JÎ LÊ TIRKIYE WINDA KIRIYE’     Temellî bal kişand ser şorkirina şer a medya hewzê û wiha domand: “Niha hemû televîzyon, ajans û rojnameyên wan şer şor dikin. Niha di hemû TV’iyan de sûtal ango qeşmer hene. Li ser nexşeyan hesaban dikin. Dixwazin van êrîşên têkçûyî wek serkeftina Tirkiyê bidin nîşandan. Lê ev xapandine. Tirkiye bi ser neketiye, jixwe ev 10 sal in Tirkiye tim winda dike.”    ‘DIVÊ GAVEK BERÊ GAVEKÎ ÇARESERÎ PÊK WERE’    Temellî herî dawî bal kişand ser peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Rojava pêk hat û wiha got: “Çareseriya herî girîng ew e gavek berê gavekê divê Tirkiye ji wir vekişe. Tenê herêma niha ne bes e, lazime Tirkiye ji Efrînê jî derkeve. Lê divê hemû hêzên navdewletî li ser meseleya DAIŞ’ê jî bi awayek taliye divê çareseriyê bîne. Meseleya DAIŞ’ê ne meseleyek tenê hewaleyî kurdan bikin. Kurdan bi mal û canê xwe DAIŞ’ê sekinand û têk bir. Kurdan li Rojava tiştên ezamet pêk anî. Jixwe tişta îro dinya jî dibêj ev e; berxwedana kurdan e. Ji aliyê Rojava tehdîtek biçûk ji bo Tirkiyê çênebûye. Ji aliyê binxetê kevirek biçûk jî neavêtine serxetê. Divê beriya her tiştî Tirkiye dest ji ziman û terzê xwe yê dijminahiyê berde. Pêwîste Tirkiye bi lezgînî bi muxatabên xwe re rûnê û bikeve nav lêgerîna çareseriya Sûriyê. Heke agirbest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hatibe kirin, wê demê ew in muxatab. Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye bi awayek micid QSD’ê bike muxatabê xwe. Ev helwest ne tavîz dayîn e.”    MA / Adnan Bîlen - Ayşe Surme