Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin: Ketin û derketin girtin 2019-10-20 09:57:16   AMED - Ji ber ku Dayikên Aştiyê ragihandin ku ewê li ber Avahiya HDP’ê ya Amedê nobeta rûniştinê li dar bixin, polîsan ji saet 04.00’ê sibê ve avahiya partiyê dorpêç kirin, ketin û derketina avahiyê girtin.    Midûriyeta Polîsan a Amedê ku ev nêzî 3 salane Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dibin dorpêçê kiriye, ji saet 04.00’ê sibê ve ketin û derketina avahiyê girtiye. Ji ber ku Dayikên Aştiyê ragihandin ku ewê li ber avahiya partiyê nobeta rûniştinê li dar bixin, polîs jî ketin nava liv û tevgerê, bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin. Polîsên ku ketin û derketina avahiyê girtin, destûr nedan ku dayîk nêzî avahiya partiyê bibin û çalakiya xwe ya roniştinê saet 07.00’an li dar bixin. Polîsan destûr nedan xebatkarên partiyê jî bikevin avahiyê.   Polîsên ku ketin û derketina avahiyê li Dayikên Aştiyê û xebatkarên partiyê girtin, balkêş bû ku koma ku her roj saet 09.00’an de di anîn ber avahiya partiyê, îro saet 07.00’an de anîn ber avahiya partiyê.