Prz. Kuzu: Girtina hevşaredaran polîtîkaya boyaxkirinê ya qeyûm e 2019-10-20 09:50:09 MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kuzu, bal kişand ser girtina hevşaredaran û wiha got: "Daraz êdî bûye saziya ku biryarên îktîdarê dixin meriyetê. Ev dosyayên der barê hilbijêrên Kurd de jî bi temamî hatine fesilandin û çêkirin."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina rêveberiya herêmî ya 31'ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 77.4'an Şaredariya Nisêbînê bi dest xist. Hevşaredra Semîre Nergiz û Ferhat Kut hatin hilbijartin. Hevşaredar Nergîz û Kut di 17'ê Cotmehê de hatin girtin û di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayîn kir. Heyeta dadgehê bi îdîaya der barê Hevşaredar Nergîz û Kut de îfadeya şahidê nepen heye biryara girtina wan dan û şandin girtîgehê.    Li gel ku Ferhat Kut di serdema dorpêç û qedexaya Nisêbînê de li Îzmirê li nexweşxaneyê bû jî, heyeta dadgehê der barê Kut de bi îdîaya “Di serdema barikat û xendekan de Hevserokên HDP'ê beşdarî civînan bûne. Heyete der barê Hevşaredar Nergîz de jî bi hinceta beşdarî greva birçîbûnê bûye bi îdîaya "li gorî fermana rêxistinê tev li çalakiyan bûye" biryara girtinê da.    Parêzerê Hevşaredaran Erdal Kuzu, diyar kir ku biryara girtinê li ser fermana îktidarê pêk hatiye û wiha got: "Biryara dadgehê bi fermana îktidarê ketiye meriyetê. Îktîdarê plan kiriye ku hemû hilbijêrên navçe, bajar û şaredariyan bi rêya qeyûm wan ji peywirê bigirin. Ewil qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin. Bi vê yekê ev plana xwe xist meriyetê. Bi tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê berdewam kir. Dîsa niha qeyûm tayînî Şaredariyên Nisêbînê, Colemêrg û Geverê kirin. Li gorî plana îktîdarê şaredariyan yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Hevşaredaran  binçav dikin û digirin. Daraz tayînkirina qeyûman boyax dikin û kraz li van polîtîkayên qeyûm dikin. Ev nîşan dide ku plana îktîdarê ya der barê şaredariyên ku HDP’ê qezenç kirine dikeve meriyetê. Bi van biryarên darazê plana îktîdarê ya der barê şaredariyan de piştrast dike. Lêpirsîn, doz û biryarên tên dayîn nîşan dide ku der barê hevşaredaran de siyasî ye. Pir aşkere ye ku li vî welatî hiqûq tune ye. Hevşaredar bi îfadeya şahidên nepen tên girtin. Li gorî hiqûqê divê bu tu awayî kes li ser îfadeyên şahidên nepen neyên girtin. Di serdema rêxistina cemaeta Fethula Gulen de ev rêbaza şahidên nepen dixistin meriyetê. Ev garabeta hiqûqê ye. Hemû îfade îfade hatine çêkirin û naveroka dosyayan li gorî xwe çêkirine. Tu rastî û bingeha vê yekê tune.