Malbata Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de mir: Em ji mirinan re bêjin êdî bes e 2019-10-20 09:48:21   MÊRDÎN - Kurê Naîf Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de bi 6 kesan re jiyana xwe ji dest da Îdrîs SÎncar, derbarê mirina bavê xwe de axivî û got: “Dilê me şewitî, lê dixwazim aştî û yekitî pêk were. em ji mirinan re bêjin êdî bese.”    Piştî operasyona leşkerî ya Tirkyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, di 10 û 11’ê Cotmehê de topên hewanê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ketin. Hîna jî nayê zanîn ku ev topên hewanê ji kîşan alî ve li navçeyê ketin. Di teqîna 10’ê Cotmehê de, Fatma Yildiz a 47 salî û zarokên wê Leyla Yildiz (16) û Emîne  Yildiz (12), di teqîna 11’ê Cotmehê de jî, Huseyîn Çakır (48), Naîf Sîncar (68), Ahmet Delen (16), Orhan Doğan (30), Aytekîn Eroglû (35), Mehmet Şirîn Demîr (50), Hasan Muhammed (39) û Dara Alî (17) jiyana xwe ji dest dabûn. Di her du teqînin de nêzî 70 kesan jiyana xwe  ji dest dabûn.    Malbatên 11 kesên jiyana xwe ji dest dan hîna jî teziyan qebûl dikin. Dermankirina birîndaran jî li nexweşxaneyên cuda dewam dike. Malbatên hin kesên jiyana xwe ji dest dan, ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin û berpirsên mirinan bên dariznadin, raye dan Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV).    ‘EM JI MIRINAN RE BÊJIN ÊDÎ BESE’     Kurê Naîf Sîncar ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da Îdrîs Sîncar, xwest ku mirin bi dawî bibin. Sîncar, diyar kir ku bavê wê karê cotkarî û mêwefiroşiyê dikir û wiha axivî: “Bavê min dilovan û xwîngerim bû. Êdî ez naxwazim tu kes jiyana xwe ji dest bide. Em bi bavê xwe serbilindin. Me bavê xwe winda kir. Em bi wî re 7 şehîd dan. Lê em dixwazin ku êdî kes jiyana xwe ji dest ne de. Em naxwazin dilê mirovên me bişewitin. Bila ne dayik zarokên xwe winda bikin û ne jî zarok bê bav bimînin. Dilê me şewitî, lê em aştî û yekitiyê dixwazin. Em ji mirinan re bêjin êdî bese.”    Sîncar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî teqînê bavê min bi wesayîtek sivîl birin nexweşxanê. Birayê min çû nexweşxanê, lê heya derengiya  şevê jî tu agahî ji bavê min negirt. Bavê min digirin emeliyatê. Heya ku jiyana xwe ji dest da jî, tu agahiya me jê tu nebû.” Sîncar, da zanîn ku ew ê li benda encama lêpirsîn û lêkolîna bên kirin bin.