Ji walîtî û qeymeqamtiya navçeyê ji bo 'xisara' çê bûye 100 hezar TL hat xwestin 2019-10-20 09:03:10   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê, ji bo Mihrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zînê 100 hezar TL pere xerc kiribû, lê belê bêyî ku mihrîcan bê lidarxistin hatibû qedexekirin. Li ser vê şaredariyê ji Walîtiya Şirnex û Qeymeqamtiya Navçeyê doza 100 hezar lîreyî kir.    Şaredariya Cizîrê, ji bo di navbera 5-6'ê Cotmehê de Yekemîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zînê li dar bixe, 100 hezar lîre pere xerc kiribû. Lê belê ji ber Walîtiya Şirnexê li bajêr ji bo 15 rojan çalakî qedexe kiribûn, mihrîcan jî hatibû astengkirin. Walîtiya biryara qedexekirina mihrîcanê beriya ldarxistina mihrîcanê bi rojekê ragihandibû şaredariyê.    Li ser vê şaredariyê jî nivîsek ji walîtiyê re şand û xwest mesrefên ku şaredariyê kiriye bê dayîn. Şaredariyê di nivîsa de xwe destnîşan kir ku ger zirara wan û mesrefên ku kirine neyê dayîn ew ê serî li rêyên hiqûqê bide.