Nûnerên sendîkayan: Bi şer ser krîza aborî tê girtin 2019-10-20 09:01:23   STENBOL - Nûnerên sendîkayan, bilêv kirin ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kûrtir dibe û fatûreya krîzê dîsa li karkeran tê birîn û gotin: "Îktîdar ji dêvla ku krîzê hel bikeî radibe bi şer ser krîzê digire."    Hikûmeta AKP'ê, di êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, çavkaniyên heyî yên aborî jî ji bo şer û çekan xerc dike. Nûnerên sendîkayan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Îktîdar ji dêvla ku krîzê hel bikeî radibe bi şer ser krîzê digire."     ‘LI WELAT KRÎZEKE MEZIN HEYE'    Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îş'ê Nîhat Demîr, destnîşan kir ku bi şerê heyî re wê krîz li welat kûrtir bibe û got, li Tirkiyeyê 25 ji sedî ciwan û 30 ji sedî jî jin betal in. Demîr, got: "Li welat rêjeya betaliyê pir zêde ye. Krîzeke mezin heye. Îktîdar ji dêvla li hemberî vê krîzê bitêkoşe, radibe fatûreya şer li karkeran dibire. Her wiha radibe gelê kurd tune dike û dixwaze bi vî awayî ser krîzê bigire."    Demîr, destnîşan kir ku divê her kes li divî vî şerî bisekine.    'BEDÊLA MEZIN KARKER DIDINE'    Pisporê Rêxistinbûyînê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Işik jî, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê bedêla mezin bi gelên Tirkiyeyê, bi çîna karkeran dide. Işik, diyar kir ku piştî şerê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên zor û zehmet li benda wan in. Işik, got: "Maliyeta rojane ya Qesra wî 2 milyon û nîv e. Wê maliyeta vî şerî deynin ser milê çîna karkeran."